Konferansa ‘Em cîhana xwe şûn de dixwazin’

Konferansa 4’emîn bi sernavê ‘Em cîhana xwe şûn de dixwazin’ bi nîqaşên berfireh bi dawî bû. Di konferansê de mijarê weke ‘Eko-Sîstem’, dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’, Pêşinyarên Rêber APO Ji bo perwerdê û fikrên rêbertî ên sîstema konfedral a demokratîk hatin nîqaşkirin. 

Çareserî û fikrên Rêberb Abdullah Ocalan ên ji bo jiyana civakî, siyasî, ciwan, huner û pirsgirêka jinê, ji aliyê saziyên raman û aktîvîstên li gelek welatan ve dewam dikin.

Konferansa 4. a “Rabûna li ber modernîteya kapîtalîst” li Bajarê Hambûrgê bi sernavê “Em Cîhana Xwe Şûn de Dixwazin” pêk hat.

Li 4 cihên bajêr, li 13 eywanan bi 23 atolyeyan, fikrên Rêber Abdullah Ocalan tê nîqaşkirin.

Roja destpêkê mijara ‘Eko-Sîstem’ hat nîqaşkirin

Di serî de Medyaya Kurdî, Jineolojî, Şano, Dîrok, Eko-sîstem, Dîroka Berxwedanê û tecrubeya Rojava gelek mijar û pirsgirêk tên nîqaşkirin.

Roja destpêkê a Konferansê bi mijarên ‘Eko-sîstem’ û ‘Têkoşîna li hemberî Qirkirina Civakî’ destpêkir.

Roja 2’an dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ hat nîqaşkirin

Roja duyemîn a konferansê bi hunera koma Gael Feîrste Belfast a Îrlandî destpê kir.

Piştre koma govendê derkete ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir.

Her wiha dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û mijara erdhejê hat nîqaşkirin û hate diyar kirin ku jinên Rojhilat û Îranê hîna germbûna şoreşa “Jin Jiyan Azadî” dijîn.

Dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li dijî sîstema Îranê hemû beşên civakê kir yek.

Roja 3’an pêşnyara Rêber Apo ya ji bo perwerdeyê hat nîqaşkirin

Di roja 3’emîn a Konferansê de Modernîteya kapîtalîst ku mirovan fêrî zanistiya cehaletê dike hat nîqaşkirin û hate gotin:

Pêşniyara perwerdeyê ya rêber Abdullah Ocalan ji bo pêşketina civakî û li dijî sîstema kapîtalîst gelekî girîng e.

Divê em tecrûbe bikin. Em çawa dikarin ji dewleta alternatîf xweser bin.

Rêya herî girîng a pêkanîna vê jî konfederasyon e.

Her wiha behsa tecrûbeya perwedeyê ya tevgera azadiyê ya Kurd jî hat kirin.

Perwede bi têkoşîna jinê dibe mafek.

Roja 4’an fikrên Rêber Apo yên sîstema konfedral a demokratîk hat nîqaşkirin

Rûntiştina dawî bi moderatoriya aktîvîstê di qada Dîroka Serdema Navîn a Gerdûnî ya Zanîngeha Edîn-bûrghê û lêkolîner Nîk Matheoû hat kirin.

Weke axaftvanên vê rûniştinê, gelek çalakvan û endamên rêxistinên Jin û endama Konseya Serokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif tevli bûn.

Beriya panelê beşên ku ji fikrên Rêber Ocalan ên derbarê Sîstema Konfederal a Demokratîk hatine berhevkirin, bi îngilizî hatin xwendin.

Konferansa ‘Em cîhana xwe şûnde dixwazin’ bi axaftina li ser vî mijarî bi dawî bû.

Rêze konferansên bi fikrên Rêber Ocalan bi dawî bû

Back to top button