Şerê Azerbeycan û Ermenîstanê..ji her du aliyan zêdeyî 200 kuştî hene

Şerê di navbera Azerbeyan û Ermenîstanê yê li ser Qerebaxa Çiyayî hefteyek li pey xwe hişt.
Hat ragihandin ji her du aliyan zêdeyî du sed kuştî hene.
Serokwezîrê Ermenistanê got, “êrîşên li dijî Qerebaxê berdewamkirina polîtîkaya qirkirina Ermeniyan e.”
Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan jî eşkere kir ku heta niha 64 çeteyên dewleta Tirk li Qerebaxê hatine kuştin.

Şêrê di navbera Azerbeycan û Ermenîstanê yê li ser Qerebaxa Çiyayî hefteyek li pey xwe hişt.

Hat ragihandin heta niha ji her du aliyan ji du sed kesî zêdetir kuştî hene.

Derbarê şer de ji her du aliyan rojane daxuyanî tên dayîn û her du alî jî îdia dikin ku wan gelek ziyanên mezin dane hev.

Têkildarî şer ji Qerebaxa Çiyayî jî daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de tê gotin 51 leşkerên wan yên din hatine kuştin û hêjmara kuştiyên wan derketiye 198’an.

Serokkomarê Azerbeycanê jî îdia kir ku wan 7 gundên din ji destê hêzên Ermenî derxistine.

Her wiha rayedarên Azerî îdia kirin ku hêzên Ermenîstanê bajarê Ganjê yê Azerbeycanê bombebaran kiriye. Lê Ermenîstanê jî ev îdia derewand û diyar kir ti bombebaraneke ji aliyê Ermenîstanê de li dijî Azerbeycanê pêk nehatiye.

Nîkol Paşînyan: Armanca wan dewamkirina polîtîkaya qirkirina Ermenan e

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan jî ji televîzyonê re axivî û diyar kir li seranserî eniyê şerekî giran heye. Paşînyan wiha got,

“Gelek windahiyên me hene. 150 leşkerên Tirk yên payebilind operasyonê bi rê ve dibin. Ew tenê ji bo meseleya Qerebaxa Çiyayî nehatine. Armanca wan berdewamkirina polîtîkaya qirkirina Ermeniyan e.”

73 siyasetmedarên Fransî ji bo piştgiriya Ermenîstanê bang li hikûmetê kirin

Li aliyê din li Fransayê 173 şaredar û parlementeran bi belavokekê bang li hikûmetê kirin û ku li dijî êrîşkariya Azerbeycanê bê alî nemîne û piştgiriyê bide Ermenîstanê.

Di belavokê de hate bibîrxistin ku Azerbaycanê di 27’ê Îlonê de li dijî Ermenan şer ragihandiye û hate gotin, “Ev êriş di heman demê de êrişeke giran a li dijî welatekî dost ê Fransayê ye.”

Çavdêriya Sûrî: Heta niha 64 çeteyên dewleta Tirk li Qerebaxê hatine kuştin

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî bi daxuyaniyekê ragihand ku di nava 48 saetan de, 36 çeteyên dewleta Tirk ên li Sûriyê hatin kuştin. Çavdêriyê da zanîn ji destpêka şer û heta niha 64 çeteyên dewleta Tirk li Qerebaxê hatine kuştin.

Çavdêriyê diyar kir bi destpêkirina şerê li Qerebaxê de, dewleta Tirk hezar û 200 çete şandine Azerbeycanê.

Back to top button