Li Hesekê merasîma bîranîna komkujiya Ermeniyan hate lidarxistin

107 sal bi ser komkujiya Ermeniyan re derbas dibe. Li Hesekê bi boneya Komkujiya Ermeniyan merasîmên bîranînê hate li darxistin

Di 24’ê Nîsana 1915’an de Osmaniyan komkujiyek bi serê civaka Ermenî de anîn.

Îro bi boneya 107’emîn salvegera komkujiya Ermeniyan li Hesekê li Navenda Çand û Huner a Serdemê merasîma bîranînê hate li darxistin.

Li ser navê Meclisa Civaka Ermenî Îmad Tetiryan axivî û îşaret bi cihên ku komkujiyên Ermeniyan lê çêbûne kir.

Tetiryan diyar kir ku dewleta Tirk di dema niha de êdî li beramber hemû pêkhateyan komkujiyan pêk tîne û mînaka herî ber biçav êrişên li ser herêmê ye.

Li ser ser navê Tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan Manwêl Bîmîr jî axivî û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

Back to top button