Li Efrîn..dagirkeran di meha Îlonê de 2 sivîl kuştin 84 jî revandin

Di hema Îlonê ya derbasbuyî de, dewleta tirk a dagirker û çeteyên xwe li Efrînê zilm û hovîtiya xwe bê navber dewam kirin.
Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Efrînê bîlançoya sûcên dewleta Tirk a li Efrînê ya meha Îlonê eşkere kir.
Rêxistinê diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê du sivîl kuştin û 84 sivîl jî revandine.

Rêxistina Mafê Mirovana Herêma Efrînê bi daxuyaniyekê bîlançoya sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya meha Îlonê li Kampa Serdemê ya Şehbayê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk û çeteyên wê zext, zordarî, êşkence û revandina Efrîniyan didomînin û keçên Kurd bi darê zorê bi çeteyên xwere didin zewicandin.

Rêxistinê daxuyakirin ku çeteyan kirinên hovane li dijî xwezaya Efrînê pêk tînin, agir bi daristanan dixin û darên zeytûnan dibirin.

Li gorî daxuyaniya Rêxistinê bîlançoya sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê ya meha Îlonê weha ye:

2 sivîl hatine kuştin, yek ji wan zarokekî 9 mehî ye.

84 sivîl hatin revandin, ji wan 14 sivîl piştî fîdye dan hatin berdan.

3 zarokên keç bi darê zorê hatin zewicandin.

Zêdetirî 700 darên zeytûnê hatin birîn.

2 deverên daristanan hatin şewitandin.

4 cihên şûnwarî yên dîrokî hatin wêrankirin.

Şûnwarên herêmê hatine guhartin.

Malên Kurdan tên dizîn û firotin.

Bac li ser şêniyên Efrînê tên ferz kirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Efrîniyên ku koçberî Şehbayê bûne ji êrîşên dagirkeriya Tirk xilas nebûne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Îlona derbazbûyî, dagirkeran kantona Şehbayê û navçeyên wê Şera û Şêrawa 377 cara bi obûs û çekên giran topbaran kirine.

Di dawiya daxuyniyê de hate gotin, dewleta tirk û çeteyên xwe li pêş çavê cîhanê van sûc û hovîtiyan dike û cihan jî bêdenge.

Back to top button