Bi armanca şopnadina rewşa dibistanan û amadekariyên ku ji sala perwerdeyê nû re hatiye kirin, Îro Komîteya Rûspiyên Eşîran a Til Berakê ya Qamişloyê serdana dibistanên navçeyê kirin.
Cîgirê serokê êla Cibûr Ehmed El-Hiweydir spasiya mamosteyan kir û diyar kir ku ji bo ew asta amadekariyên dibistanan nas bikin, ev serdan pêk anîne.
El-Hiwêdir destnîşan kir ku ji ber xwendekar nifş û avakerên pêşerojê ne, divê malbatên xwendekaran bi mamosteyan re alîkar bin.
Komîteyê spasiya tevahiya mamosteyên li dibistanên herêmê, gerînendetiyê û meclisa navçeyê kir ku ji bo serkeftina proseya xwendinê kar û xebat kirine.