Dînç: Ev biryar îlana fermî ya sepandina tecrîdê ye

Parêzerê Ocalan Mazlum Dinç têkildarî piryara qedexeya parêzeran a bi Rêber Ocalan û oparasyonên qirkirina siyasî yên ser HDP’ê axivî.

Dînç anî ziman ku êrîşên ser HDP û biryara qedexeya parêzeran ne tiştek tesedufe.

Dînç diyar kir ku armanca tecrîda li Birêz Ocalan ew e ku agirê siyaseta şer a li Rojhilata Navîn bê gurkirin û ev siyaseta şerxwaziyê bi ser bikeve.

Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê Bursayê, ji aliyê 2. Dadgeha Înfazê ya Bursayê ve, ji bo Rêber Ocalan û Girtîyên li Girtîgeha Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim, 6 mehan biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn.

Ligel ku biryar 23’ê Îlonê hate dayîn balkêş e piştî 2’ê Cotmehê hate aşkerekirin.

Wasî û parêzerê Rêber Ocalan Mazlum Dînç derbarê dema biryarê, ka desthilat dixwaze çi bike, ka çima CPT, şert û mercên li Îmraliyê ji ajansa Hewarê re axivî.

Mazlum Dinç diyar kir ku beriya hevdîtin were qedexekirin, ji xwe hevdtin dihatin astengkirin û wiha got:

Ev biryar israra di tecrîdê ye ku bi salan e tecrîdeke şidyayî li ser Birêz Ocalan tê pêkanîn.

Ev biryar sepandina fermî ya vê pêkanînê ye ku bi destê yasaya dewletê hate îlankirin.

Dînç: Zextên dijî HDP’ê û biryara qedexeya ser parêzeran ne tesadife

Dinç îşaret bi hemwextiya oparasyonên qirkirina siyasî ya li bakurê Kurdistanê û biryara hevdîtina parêzeran a bi Rêber Ocalan re kir û got,

Ev yek ne tiştek tesedufe.

Ev biryara fermî ya dewletê ye.

Dewlet, di polîtîkaya tecrîd, bêçareserî û kuştinê de israr dike.”

Dînç: Divê cpt derhal bi karê xwe rabe

Dinç diyar kir ku divê CPT yekser dest di vê rewşa neqanûnî werde, ji bo wê pergala li girtîgeha Îmraliyê ji binî ve hilweşîne helwesteke berpirsyar bigire û weha axaftina xwe domand:

Li girava Îmraliyê, dewleta Tirk qanûnên xwe bi xwe jî pêk nayne.

Biryarên rayedarên navneteweyî têne pêlêkirin û tune têne hesibandin.

Divê li dijî Pergala Êşkenceyê ya Îmraliyê di serî de Konseya Ewropayê, DMME û CPT ji bilî eşkerekirina raporan gavên pêştir bavêjin û ji bo Pergala Êşkenceyê ya Îmraliyê ji holê bê rakirin, çi bikeve ser milê wan divê ew pêk bînin.

Dînç: Ji zextan armanc gurkirina şerê li rojhilata navîne

Parêzerê Rêber Ocalan Mazlûm Dinç di dawiya axaftina xwe de li ser armanca tecrîdê jî ev tişt anî ziman:

Lewra jî armanca tecrîda li Birêz Ocalan ew e ku agirê siyaseta şer a li Rojhilata Navîn bê gurkirin û ev siyaseta şerxwaziyê bi ser bikeve.

Lewra divê gelên Rojhilata Navîn dijî vê siyaseta qirêj dengê xwe rakin û Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê ji nav bibin.”

Back to top button