Komîteya kar a navdewletî, danûstandinên Lîbî-Lîbî nîqaş dike

Ji bo piştevaniya danûstandinên Lîbî-Lîbî, Komîteya Navdewletî ya şopandina encamên Kongreya Berlînê, dawîn pêşketinên siyasî, aborî û leşkerî yên li Lîbyayê nîqaş kirin, di nav de binpêkirinên dewleta Tirk li herêmê. Di vê çarçoveyê de, malpereke Almanî diyar kir ku tevî destpêkirina operasyona Erinî, hîna Tirkiyê bi awayekî rojane çek û çeteyan dişîne Lîbyayê. 

Ji bo piştevaniya danûstandinên Lîbî-Lîbî û destpêkirina pêvajoya siyasî, Komîteya Kar a Navdewletî ya şopandina encamên Kongreya Berlînê, plansaziya karê xwe lêkolîn kir.

Di civîna ku li ser daxwaza Îtalyayê hat lidarixistin de, dawîn pêşketinên siyasî, aborî û leşkerî yên li Lîbyayê, hatin nîqaşkirin.

Ev her 3 pêvajoyên danûstandinan, NY ji bo çareseriyê dabûn destpêkirin, lê vê dawiyê ji ber zêdedestwerdana Tirkiyê bi paş ketin.

Di civînê de, 18 welat û alî beşdar bûbûn, di nav de NY, YE, Yekîtiya Afrîkayê û Komkara Welatên Ereb.

Komîteya Kar a Navdewletî, ji encamên Kongreya Berlînê bû da biryara qedexekirina çekan bo Lîbyayê bişopîne û pêvajoya siyasî pêk bîne.

Ev civîn, piştî binpêkirinên zêde yên dewleta Tirk ji qanûnên navdewletî re pêk hat.

Tevî operasyona erini, rojane Tirkiye çek û çeteyan dişîne Lîbyayê

Di vê çarçoveyê de, raporeke Almanî jî bal kişand ser van binpêkirinan.

Li gorî malpera Têlî Pulas a Almanî, “dosyaya Lîbî û piştevaniya hikumeta Serac, dihêle hîna Eneqere dûrî NATOyê bikeve.

Ji ber li gorî wê, “Tirkiye bi tenê sekiniye û çala nakokiyan bi welatên endam re, mezintir dibe”.

Malperê got:

Dewleta Tirk her çek û çeteyan ji Lîbyayê re dişîne, ku rojane keştî di rêya Deryaya Spî re barê xwe li beravên Terablusê vala dikin, ku ev yek dihêle Tirkiye û operasyona Erinî ya YE rû bi rû dimînin.

Pêncşema borî, ev operasyon bi armanca “pêkanîna biryara Konseya Ewlekariyê ya qedexekirina çekan bo Lîbyayê”, dest pê kir.

Li gel vê jî, vê hefteyê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê derbasbûna gelek kamyonên çek û çeteyên dewleta Tirk belge kir.

Malpera Almanî teqez kir jî ku gelek çeteyên Qayîdayê di nava çeteyên Wîfaqê de şer dikin.

Back to top button