Li Parîsê amadekariya festîvala 4’emîn a jinan tê kirin

Li Fransa ji bo Festîvala Jinan a Fîdan Dogan amadekarî tê kirin. Endamên Komîteya Amadekar ji bo beşdarbûna festîvalê banga tevlêbûneke xurt kir.

Xebatên amadekariya 4’emîn Festîvala Jinan a Fîdan Dogan (Rojbîn) a bi pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd a Fransayê TJK-F li paytexta Fransa Parîsê dewam dike.

Festîval dê di 3’yê Tîrmehê de û bi dirûşmeya ‘Li dijî qirkirina jinan, dem dema parastina jin û civaka azad e li dar bikeve.

Fesştîvala îsal ji bo bîranîna endama Konseya Rêveber a KJK’ê Leyla Agirî (Filîz Aslan) ku Hezîrana 2020’ê di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbû, tê kirin.

Di bernameya festîvalê de ku ji bo bîranîna Leyla Agirî, hûnermendên weke Yelda Abbasî, Nûarîn, Meral Alkan, Lîstikên Gelê Tamîl, Kevana Zêrîn û tîmên govendê ya TEV-ÇAND’ê cih digirin.

Komîteya Amadekar ji bo beşdariya festîvalê banga tevlêbûneke xurt kir.

Back to top button