Vê sibehê li bajarê Çanzîyakiyo li Çînê teqînek qewimî.
Di encamê de 22 kes jiyana xwe ji dest da û 22 jî birîndar bûn.
Teqîn li nêzî kargeheke heyberên kîmawî li bajarê Çanzîyakiyo li bakurê Çînê qewimmî.
Di daxuyaniya rêveberiya bajêr de hat ragihand ku bûyer roja Çarşemê de pêk hat û di encamê de 22 kes hatine kuştin û 22 jî birîndar bûne.
Li gorî raporan, teqîn di encama şewatekê de rû da, 38 kamyon û 12 siware hatin şewitandin.
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hîn berdewam in.
Têkildarî sedemên bûyerê jî lêpirsîn didome.