GUVEN: FAŞÎZMA AKP HER TIŞTÎ DIKE JI BO TUNEKIRINA HEBÛNA KURDÎ

Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Guven têkildarî çalakiya xwe got;

Eger rakirina tecrîdê misogeriya jiyana hevpar a gelan be, divê ji bo Ocalan mîna lîderê Afrîkaya Başûr derfet bên dayin ku karibe bi gelê xwe re têkoşîna demokratîk bike.

Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiriye ji rojnameya Yenî Yaşamê re axivî.

Leyla guven çalakiya xwe ya ji bo şikkandina tecrîdkirina Rêber Ocalan wiha dinirxîne.

Ji bo tecrîd hîn bêhtir bikeve rojevê, li taxan civînên gel dikarin bên li dar xistin.

Nêrîn û pêşniyarên gel bandorê li pêvajoyê dike.

Hemû qonaxên tecrîdê, asta heyî ya sîstema Îmraliyê hîn bi zelalî dikarin bên vegotin.

Guven işaret bi girîngiya rakirina tecrîdê kir û anî ziman ku di şerê 40 salî de hemû rê û rêbazên îmhakirinê hatine bikaranîn, lê bi ser neketine.

GUVEN: DIVÊ WEK MANDÊLE EM JI BO OCALAN DEST BI KAMPANIYA BIKIN

Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven wiha nirxandina xwe bi dawî dike;

Eger rakirina tecrîdê misogeriya jiyana hevpar a gelan be û mayindebûna aştiya civakî be, hingî divê ji bo Birêz Ocalan jî mîna lîderê Afrîkaya Başûr derfet bên dayin ku karibe bi gelê xwe re têkoşîna demokratîk bike.

Leave a Reply

Back to top button