QSD’ê: Çapemeniya desthilata Şamê operasyona me li dijî DAIŞ’ê berovajî dike

QSD’ê eşkere kir ku çapemeniya desthilata Şamê bi nûçeyên derew, operasyona wan a li dijî çeteyên DAIŞ’ê berovajî dike.

QSD’ê diyar kir ku çapemeniya Şamê şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê weke “komên berxwedêrê” binav kirine û xwest herkes li hemberî nûçeyên derew hişyar be.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê têkildarî hin nûçeyên ku çapemeniya desthilata Şamê parve dike, daxuyaniyek da.

Navendê bi taybet diyar kir ku nûçeyên têkildarî operasyona wan a li dijî DAIŞ’ê li Rojhilatê Dêrazorê bi zanebûn hatiye berovajîkirin û wiha got:

Ajansa binavê “SANA” îdîa kir ku hêzên me li bajarokê Ebû El Nîtel bi desteka helîkopterên koalîsyonê bi ser malên sivîlan de girtin.

Heman ajansê ragihand ku di vê bûyerê de 3 şervanên me hatin kuştin.

Ev îdîa bi temamî derew e.

Bûyera behsa wê tê kirin operasyona li dijî şaneyên veşartî ya DAIŞ’ê bû.

Di vê operasyonê de tiştek bi şervanên me nehatiye.

Li vir tişta balkêş jî ew e ku ragihandina desthilata Şamê, şaneyên çeteyan weke “komên berxwedêr” binav kirine.

Ajansa SANA di nûçeyên xwe de DAIŞ’iyên hatine girtin jî weke mirovên sivîl nîşan dan û bi vê yekê hewl dide têkoşîna me a li dijî çeteyan, berovajî bike.

Back to top button