Çete ciwanekî ji navçeya Raco serjê kir

Li Efrînê, li gel bêdengiya wijdanê civaka navdewletî, kirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, bêserûber dewam dikin. Çete ciwanekî ji navçeya Raco serjê kir, li navçeya Şiyê jî 5 sivîl revandin. 

Rêxistina mafê mirovan a Efrînê ragihand ku Çeteyên Cebhet Elnusra ciwanê bi navê Betal Elî Hesen yê ji gundê Me’imilo ya navçeya Raco serjê kir.

Rêxistinê dazanîn ku dewleta Trik beriya heft mehan Hesen li Tirkiyê girtibû û radestî Cebeht El Nûsra kir.

Çavdîriya Sûrî ya Mafê mirovan jî ragihand ku li gundê Qitmê yê navçeya Şera jinek nenas di nav zeviyên zeytûnê de kuştî hate dîtin.

Çete li navçeya Şiyê ya Erfînê 5 sivîl revandin

Her weha malpara Efrînpost diyar kir ku çeteyan şêniyên bi navên Mihemed Betal(60) û Ednan Mehmûd Betal(35) yên ji gundê Çeqela Jor ê Navçeya Şiyê revandin.

Beriye çend rojan jî Çeteyan ji gundê Çeqela Oretê yê navçeya Şiyê jî 3 sivîlên temenmezin revandibûn.

Malparê da zanîn, ji bo berdana wan çete ji her girtiyek 3000 dolar xwestin.

Li Efrînê rêxistinên mirovê sivîlên Efrînê paşguh dikin

Li aliyek din, Çavdêriya Sûrî a mafê mirovan diyar kir ku di belavkirina alîkariya li Efîrnê de, rêxistinên alîkariyê cudakariyê dikin.

Çavdêriyê dazanîn ku piraniya alîkariyê li ser malbatên çeteyan yên ji derve hatine Efrînê tên dayîn.

Rêxistina mafê mirovan a Efrînê jî da zanîn ku li navçeya Şiyê çete ji berhem mûsima pelên reza 15% distînin.

Her wiha çete bi bihaneya boyaxkirina navendên xwe jî, li gundê Çeqela Jor, Ortê û Jêr yên Şiyê ji her malekê 100 hezar L.S distînin.

Back to top button