SEFÎRÊ ÎSRAÎLÊ: EMERÎKA PLANA AŞTIYÊ LI ROJHILATA NAVÎN DI DESPÊKA 2019 RADIGIHÎNE

Sefîrê Îsraîlê yê Neteweyên Yekbûyî Danny Danon got ku DYE welatê wî agahdar kiriye ku ew ê pilana xwe ya der barê aşîtiya li Rojhilata Navîn di despêka sala nû ya 2019’an de diyar bike.

Pilana ku behsa wê tê kirin ji aliyê kesekî Cihû, şêwrimend û zavayê serokê Emerîkayê ve ye.

Gelo ev pilan wê aşîtiyê navbera Îsraîl û Filistînê de pêk bîne yan na ?

Sefîrê Îsraîlê yê Neteweyên Yekbûyî Danny Danon got ku DYE welatê wî agahdar kiriye ku ew ê pilana xwe ya der barê aşîtiya li Rojhilata Navîn di despêka sala nû ya 2019’an de diyar bike.

Danon ji rojnamevanan re wiha got:

“Der barê naveroka pilanê de, tu agahî li ba me nîn in, tenê em dizanin ku bi dawî bûye û tê payîn wê di despêka 2019’an de were diyarkirin.”

Hat zanîn ku pilana aşîtiyê ya navbera Îsraîl û Filistînê de ji aliyê Jared Kushner ve tê amadekirin, lê hema baweriya Filistîniyan bi wê pilanê nîn e ji ber ew serokê Emerîkayê bi dostaniya bi Îsraîlê re tawanbar dikin.

Hêjayî gotinê ye ku danerê pilanê, Jared Kushner yek ji şêwirmendên Donald Trump e û di heman demê de jî zavayê wî ye û bi eslê xwe Cihû ye.

Ji aliyê xwe ve jî, sefîrê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê li NY David Friedman got ku wê pilan “di dema xwe de were diyarkirin” û teqez kir ku “dem, stratejî û peyama me girêdayî me ne.”

Her wiha Danon destnîşan kir ku heya niha nediyar e ka wê pilan were erêkirin an redkirin an wê hemû aliyan li derdora maseya danûstandinan kom bike.

Têkildarî mijarê nûnerê serokê Emerîkayê yê Rojhilata Navîn Jason Greenblatt di meha Îlona borî de gotibû ku divê hemû alî ji tiştên tê qebûlkirin û nayê qebûlkirin re amade bin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Filistîniyan hewldanên Emerîkayê ji meha Kanûna borî ve red kirine, ji ber Emerîka Quds weke paytexta Îsrîalê ragihand û sefaretxaneya xwe jî ji Tel Ebîbê veguhest wir.

Leave a Reply

Back to top button