Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîdên Hefteya Lehengiyê bi bîr anîn

Di dîroka kurdan de ji 21’ê meha adarê û heta 28’ê mehê weke Hefteya Lehengiyê hatiye binav kirin.
Ji ber Mezlûm Dogan û Mehsûm Korkmaz şehîdên vê hefteya pîroz in.
Li Hesekê, Kobanê, Reqa û Helebê bi çalakiyên cuda şehîdên Hefteya Lehengiyê hatin bibîranîn.

Hefteya Lehengiyê

Bi boneya ‘Heftiya Lehengane’ li seranserî herêmê çalakî hatin lidarxistin û soza şopandina riya şehîdên heftiya lehengiyê hat dayîn.

Şêniyên Hesekê di nav de şehîdên Heftiya Lehengiyê 138 şehîdên meha adarê bi merasîmekê bi bîr anîn.

Di merasîmê de endama Rêveberiya Meclisa Kantona Hesekê Fîdan Seydo Heftiya Lehengiyê di kesayeta şehîd Mahsûm Korkmaz de silav kir û wiha got: “Şehîd Mahsûm Korkmaz bawer kir ku fedakarî ji faktorên sereke yên şoreşê ne.

“Li ser wê bingehê û bi baweriyeke mezin şehîd Mahsûm û hemû têkoşeran di destpêka şoreşê de têkoşiyan û ew bi pêş xist.”

Dawiyê, sinvizyonek li ser jiyana şehîdan hate pêşandan.

‘Hefteya Qehremaniyê’

Li navçeyên Tirbespiyê, Dêrik, Girkê Legê û Til Berakê yên kantona Qamişlo jî derbarê Heftiya Lehengane ji şêniyan re semîner hatin lidarxistin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê jî li Kobanê bi heman armancê daxuyaniyek da.

Meclisê di daxuyaniya xwe besha berxwedan, tekoşîn û fedekariyên şehîd Mezlûm Dogan û Mehsûm Korkmaz kir.

Meclisê dawiyê soza berdewamiya riya Şehîdan heta pêkanîna azadiyê da.

Şêniyên Reqayê jî bi semînerekê şehîdên heftiya lehengane bi bîr anîn.

Di çarçoveya çalakiyên Hefteya Berxwedan û Qehremaniyê û bîranîna şehîd Agîd û şehîdên meha Adarê de, Yekîneyên Parastina Gel û Jinê li bajarê Helebê merasîmeke leşkerî li dar xist.

Back to top button