Birayê Egîd, Fehîm Korkmaz qala zaroktiya kekê xwe kir

Mahsum Korkmaz, bi nasnav Egîd, di têkoşîna gelê kurd de bi fedekarî, wêrektî û rêhevaltiya xwe tê naskirin û bi ser mirina wî re 37 sal derbas bûn. Birayê Egîd, Fehîm Korkmaz got ku gelê kurd îro alaya Egîd ji bo azadiyê bilind dike.

Yek ji pêşengên têkoşîna azadiyê ya gelê kurd û fermandarê Pêngava 15’ê Tebaxê Mahsûm Korkmaz (Egîd), di 28’ê adara sala 1986’an di encama kêmînekê de şehîd bû.

Bi ser şehadeta Egîd re 37 sal derbas bûn.

Fehîm korkmaz – birayê fermandar Ş.Egîd

Birayê Egîd, Fehîm Korkmaz bi boneya salvegera şehadeta wî bi ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Korkmaz, da zanîn ku Egîd hêj di temenekî biçûk de digot; “Ez ê kurdan biparêzim, ez ê bibim leşkerê kurdan.”

“Ez ê Kurdan biparêzim, ez ê bibim leşkerê Kurdan”

Korkmaz, diyar kir Egîd bi her kesekî re têkilî pêş dixist û wiha got:

Bi biçûkan re biçûk û bi mezinan re jî mezin bû. Pîvanên wî yên pir delal hebûn.

Hem çolax bû û hem jî pêpehn bû lewma pergalê nedigirt leşkeriyê.”

Fehîm Korkmaz anî ziman ruhê wî yê têkoşînê û baweriya wî kir ku pêpehniya wî jê re nebe astengî

Fehîm Korkmaz: Gelê Kurd îro alaya Egîd ji bo azadiyê bilind dike

Di dawî de Fehîm Korkmaz kir bilêv kir kekê wî Egîd her tim weke deyndarekî nêz dibû û got:

“Her tim rexnedayîna xwe dida û ji ewil di xwe de dest pê dikir.

Heke tiştek nekira, ew tişt ji hevalê xwe jî nedixwest.

Gelê kurd îro alaya wî gihand azadiyê.”

Back to top button