Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dêrsim anî ziman ku wekî rojeva yekane, divê azadiya rêber Apo pêk bê û got: “Tecrîd nêzîkatiyên siyasî û taybet e, heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em dev ji çalakiyên xwe bernedin.
Divê em azadiya Rêbertî bikin rojeva xwe ya sereke.”
Tecrîda giran a li hembeî Rêber Apo di salên dawîn de veguheriye tecrîdeke giran.
Endama Koordînasyona Azadiya Jinên Kurdistanê PAJK’ê Ayten Dêrsim tecrîda Îmraliyê û têkoşîna jinan nirxand.
Ayten Dêrsim anî ziman ku tecrîda li dijî rêber Apo heta îro dewam dike û got:
“Rêber Abdullah Ocalan jî diyar kir ku pergala Îmraliyê pergalek navdewletî ye û qadeke taybet e.
Komploya navneteweyî bi awayên cuda berdewam dike.
Parêzer nikarine biçin hevdîtinê, ne jî hevdîtina bi telefonê pêk hatiye.
Ev ji bo me hinceteke têkoşînê û şer e.
Divê teqez azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me pêk were.
Ayten diyar kir ku di demên dawîn de 6 mehên din qedexeya hevdîtinê bi rêber APO re pêk anîn û wiha anî ziman:
“Ne di hiqûqê de û ne jî di mantiqê de cihê vî tiştî tune.
Ev hemû nêzikatiyên siyasî ne, hemû jî nêzikatiyên taybet e.
Rêbertiya me her dem têkoşîna vî tiştî meşand.”
Ayten Dêrsim: Divê têkoşîn were geşkirin
Endama Koordînasyona PAJK’ê da zanîn ku Tecrîdê niha li seranserê Kurdistanê dorpêç kiriye, dora civakan girtiye û got:
“Ji ber ku Rêbertiya me, ne bi tenê Rêbertiya gelê Kurd e.
Rêbertî fikir da jinên Kurd, wî pênase kir ku jin divê xweser be, jin mirov e û di civakê de heye û wekî neteweya bindest pênase kir.
Lewra divê têkoşîna li dijî tecrîdê were geşkirin.
Ayten Dêrsim: Wekî rojeva yekane, divê em azadiya rêbertî bidest bixin
Ayten Dêrsim di dawiyê de wiha bi lêv kir:
“Divê em li hemberî hemû şer û pilana xwe birêxistin bikin.
Wekî rojeva yekane, divê em azadiya Rêber Apo bidin ber xwe
Li ser vî esasî Dem Dema Azadiyê were nûkirin.
Ji bo vê divê gel û bi taybetî jin bi berpirsyarî nêz bibin, bawerî bi serkeftina vî tiştî bînin û wisa gavan biavêjin.”