Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku NATO çi biryar bide jî baweriya me ji hêza me û gelê me heye em ê parastina xwe bikin.
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD’ê Salih Muslim têkîldarî komxebata Lozanê, yekitiya partiyên kurd û nîqaşên Lûtkeya NATO’yê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
Salih Muslim bal kişand li ser yekîtiya neteweyî û diyar kir ku komîsyoneke Kongreya Neteweyî hebe ku pirsgirêkên di navbera partiyan de çareser bike û wiha got:
“Hemû partiyên siyasî stratejiyeke wan hene û hemû kurdan temsîl nakin.
Ji ber wê jî kongreyeke neteweyî ya Kurdistanê pêwîst e.
Çi hêzên Kurdistanê, ciwan, rewşenbîr, jin û gişt divê beşdar bibin.
Ji bo pirsgirêkên hemû Kurdistanê kongreyeke neteweyî hewceye.”
Salih Muslim: Berjewendî li pêş yekitiyê asteng in
Muslim anî ziman ku berjewendiyên partiyan yek jî astengiya li pêş yekitiya neteweyî ye û ev yek got:
“Yên ku tev li Kongreya Neteweyî nabin ji ber 2 sedeman nabin;
Yek, ji ber berjewendiyên hizbîne
Ya din jî ji ber tirsa dijmin e.
Yên ku yekitiyê dixwazin divê van her dû xalan bidin aliyekî.”
Salih Muslim: Çareserî netewa demokratîk e
Muslim di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku çareserkirina dozên çar aliyên Kurdistanê di paradîgmaya Neteweya Demokratîk de ye û got:
“Berjewendiyên gelê kurd ne netewdewletê, bi rê û rêbazên demokrasiyê çareser dibin.”
Salih Muslim: Em ji hêza xwe bawer in
Muslim têkîldarî hevdîtinên Lûtkeya NATO’yê û bandora wê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha got:
“NATO çi biryar bide jî baweriya me ji hêza me û gelê me heye em ê parastina xwe bikin.
Yekitiya Ewropayê dibe, NATO dibe çi saziyên navneteweyî hene nikarin neteweyekî ji holê rakin.”