Dewleta Tirk êrişek sîber li ser ANAH pêk anî

Ajansa Nûeçyan a Hawarê rastî êrişek sîber (iliktironî) ji aliyê dewleta Tirk ve hat.

Dewleta Tirk di riya êrîşên xwe yên sîber iliktironî de hewil dide rastî û hovîtiya xwe binixumîne.

Îro seat derdora 10 û nîvan dewleta tirk êrîşeke sîber -iliktironî xurt bi ser Ajansa Nûeçyan a Hawarê de anî.

Ajansê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev daxuyanî da

“Hackerên dewleta Tirk a dagirker êrişî hemû serwîsên me kirine.

Heta daxuyaniyeke nû were dayîn, nûçeyên ku nû werin belav kirin ne ji aliyê mene.”

Hêjayî gotinê ye ku ANHA ji sala 2013 hatiye avakirin û heta roja îro kêlî bi kêlî rastiya heyî ji cîhanê re radixe ber çavan.

Back to top button