Çavkaniyên xwecihî: Hêzên Amerîka derbasî Ezazê bûn

Gelek panzerên ku alên Amerîkayê bi ser wan ve bû ketine bajarê Ezazê yê dagirkirî.

Li gorî nûçeya ANHA’yê ku wê jî xwe spartiye çavkaniyên xwecih ji herêmê,

Hêzên Amerîka doh bi şev ketine bajarê Ezazê yê dagirkirî.

Îstixbarata dewleta Tirk û ”hêzên taybet” ên artêşa Tirk a dagirker jî bi hêzên Amerîkayê re bûn.

Hêzên Amerîkayê duh piştî nîvê şevê bi rêya deriyê sînor ê Bab El-Selame yê Ezazê ketin bajêr.

Hat ragihandin ku balafirên keşfê û helîkopterên Koalîsyona Navneteweyî jî bi wê hêzê re hebûn.

Her wiha hat diyarkirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê seferber bûbûn.

Ne sedemên ketina Amerîka ya ji bajêr re û ne jî mayîna wê li wir nehatin zanîn.

Back to top button