HPG: Li qadên Lêlîkan û Daylan 28 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiyê li herêma Xakurkê derbeke giran li artêşa Tirk ya dagirker dan.
HPG’ê ragihand di çalakiyên li qadên Lêlîkan û Daylan de 28 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin. Her wiha HPG’ê diyar kir ku 4 gerîla jî şehîd bûn.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê vê carê jî li herêma Xakurkê derbeke giran li artêşa Tirk ya dagirker dan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li Xakurkê daxuyaniyek da û encamên wê eşkere kir.

HPG’ê diyar kir hêzên gerîla li dijî dagirkeran bi ruhê Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê çalakiyên xurt lidar xistin û ev agahî parve kir;

“14’ê Gulanê li dijî dagirkerên li qada navbera gundên Lêlikan û Dayla, bi rêbaza sabotajê çalakî hate lidarxistin.

Di encama vê çalakiyê de wesayita bi tîpa Reo ya dagirkeran bi temamî hat rûxandin û 14 dagirkerên tê de hatin cezakirin.

Di şeva 15-16’ê Gulanê de li qada Girê Lêlikanê, li hemberî girekî ku dagirker lê bûn, çalakiyeke koordîneyî hate lidarxistin.

Gerîla bi du baskan xwe berdan nava hêzên dijmin. Di demeke kurt de mîna birûskê hemû çeperên dagirkeran ên li ser gir hatin rûxandin û hêzên me bêyî ku windahiyan bidin gir bi temamî bi dest xistin.

Li vê derê jî 12 dagirker hatin cezakirin û hêzên me çûn ser cenazeyên dagirkeran.

Di dema vekişînê de li derdora gundê Herkarê di navbera hêzên me û dagirkeran de şer qewimî û heta serê sibê dewam kir.

Di vî şerî de 2 dagirker hatin cezakirin.”

HPG’ê diyar kir gerîlayên wan Rustem Qendîl, Lezgîn Bawer, Egîd Rojhilat û Dijwar Ertûşî ku di van çalakiyan de bi lehengî şer kirin, şehîd bûn.

HPG’ê ji malbatên gerîlayên şehîd û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Back to top button