Başaga: Em ê hikumetê ji Sirtê birêve bibin

Li Lîbya rewş ji her demê aloztire.
Li welat piştî demeke dirêj, niha careke din 2 hikumetên rêveberiyên hev napejirînin li ser karin.
Piştî aloziya li paytext Trablûsê, Fethî Başaga yê ji aliyê Meclisa Nuneran ve weke serokwezîr hatî erkdarkirin ragihand ku ji îro û pêde, ew ê hikumetê ji Sirtê birêve bibin.
Ji ber aloziya heyî, Cezayîrê jî got,
Ew rewşa li Lîbya di nava fikaran de dişopînin.

Ji bo çareserkirina aloziya li Lîbya Meclisa Nûneran Fethî Başaga ji bo Serokwezîrtiyê erkdar kiribû.

Lê Ebdulhemîd Dibeybe yê li ser vî postî, di mayîna li ser deshilatê de israr dike.

Nêzî 3 meh in li welêt du hikûmetên cuda yên bi serokatiya Dibeybe û Başağa hene.

Ev rewş aloziya li welat zêdetir dike û welat ber bi rewşeke hîn metirsîdar ve dibe.

Başaga derbarê şerê di navbera alîgirên Dibeybe û hikumeta wî ya li Trablûsê de, nirxandin kir.

Başaga, anî ziman ku baweriya wan bi pêvajoya demokratîk û veguhertina aştiyane ya hikûmetê heye û got,

Ji niha û pêde wê rêveberiya wî welat ji bajarê Sirtê birêve bibe.

Ew ê tenê bi rêyên aştiyê derbasî Trablûsê bibe.

Di dema serdana Başaga ya li Trablusê de, şer derketibû.

Cezayîr: Em rewşa li Lîbya di nava fikaran de dişopînin

Li aliyekî din, welatên cîranê Lîbya jî ji rewşa heyî bifikarin.

Wezareta Karên Derve ya Cezayîrê bi daxuyaniyeke nivîskî got:

“Cezayîr ji bûyerên dawî yên li welatê bira Lîbyayê ya piştî şerê li Trablûsê bi fikar dişopîne.”

Cezayîrê ji aliyan xwest ku aloziyê kêm bikin û berjewendiyên Lîbiyan esas bigrin.

Di civînên Foruma Diyaloga Siyasî ya Lîbyayê ya bi pêşengiya NY ku Mijdara 2020’an hate lidarxistin de biryara hilbijartina giştî hate dayîn.

Weke dîroka hilbijartinê jî 24’ê Kanûna 2021’an hate destnîşankirin.

Lê hilbijartin di roja diyarkirî de nehat kirin.

Meclisa Nûneran a Tobrukê di rûniştina xwe ya 10’ê Sibatê de ragihand ku erka hikumeta demkî bi dawî bûye û ji bo vê yekê Wezîrê Karên Hundir ê berê Fethi Başağa wek serokwezîr hilbijart.

Meclîsê di 1’ê Adarê de, dengê pêbaweriyê dabû hikumeta Başaga.

Serokwezîrê hikumeta demkî yê berê Ebdulhemîd Dîbeybe jî ev yek red kir û got;

Meclisa Nûneran bi dûrketina ji nexşerêya ku di peymana Cenevreyê de hatiye diyarkirin sûc dike.

Ez li ser erka xwe me û wê erkê tenê radestî hikûmeteke hilbijartî bike.

Back to top button