Fransa:Ger Rusya deriyê Bab El-Hewa bigre emê alîkariya xwe rawestînin

Fransayê hişyarî da Rûsiya ku gelê Sûriyê hewceyê alîkariyê ye eger Rûsya alîkariyên mirovî ji Sûriyê re neşîne ser sînor dê alîkariyan rawestîne.

Balyozê Fransa li Neteweyên Yekbûyî, serokê Meclisa Ewlehiyê Nicolas de Riviere di civîneke çapemeniyê de axivî.

li gorî Associated Press Nicolas de Riviere diyar kir ku gelê Sûriyê nikarin li ser xetên nakok bi miqdarên têr li gorî rewşa heyî ya li welat alîkariya wergerin.

Nicolas di civînê de bal kişand ser domandina gihandina alîkariyan di rêya dergeha Bab El-Hewa de, her wiha behsa dergeha Til Koçer a ku ji aliyê Rûsya ve hatiye girtin, kir.

Balyozê Fransî ev tişt anî ziman:

” ji sedî 92 ji arîkariya mirovî ya ji bo Sûriyê tê, bi piranî ji hêla Yekîtiya Ewropî, Amerîka, Kanada û Japon ve tê peyda kirin.

Nabe ku tu kes hêvî bike ku ev drav li xetên nakokiyê ji nû ve werin veqetandin. Ger Rusya derî bigre emê alîkariyên xwe rawestînin”

Back to top button