Li bajarê Riha û Mêrdînê di encama operasyonên qirkirina siyasî de 9 kes hatin girtin.
Li navçeya Pirsûs û Wêranşar ên Rihayê û li Mêrdînê 10 kes di navbera 15 û 25’ê Hezîranê de hatibûn binçavkirin.
Kesên hatibûn binçavkirin duh bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” û “alîkariya rêxistinê” derbarê 9 ji wan de biryara girtinê hat dayîn.
Piştî biryara dozgeriyê kesên ku biryara girtina wan hate dayîn birin girtîgeheke Rihayê.
25-29’ê Hezîranê de 5 kes ji ber heman dozê hatibûn girtin, bi girtina 9 kesan jimara kesên ji ber heman dozê hatine girtin gîhîşt 14 kesî.