Dewleta Tirk ji roja ewil û vir ve, nasnameya Elewîtî û Kurdan înkar kiriye

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê têkildarî 2’yê Tîrmehê salvegera Komkujiya Sêwasê daxuyaniyek da û diyar kir ku dewleta Tirk bi komkujiyan dixwaze nasnameya elewî û kurdan ji holê rake.

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê eşkere kir “2’yê Tîrmeha 1993’an li Sêwasê carekî din, ji ber baweriya wan Elewî ji aliyê dewleta faşîst a Tirk ve hatin kuştin. ”

Komîteyê anî ziman “Dewleta Tirk ji avabûnê û vir ve , gel û baweriyan tune dike û yên li dijî vê stratejiyê derdikevin jî, bi kuştin û qirkirinê bersiv dide.”

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê dawiyê ji bo pêşiya komkujiyan were girtin, wê têkoşîna yekbûyî ya bihêz a demokrasiyê bidomînin.

Back to top button