Parlementerê Berê yê Iraqê Mehmud Reza da zanîn ku cezakirina rojnamevan û çalakvanên Behdînanê peyameke ji bo tirsandina civakê ye.
Di çarçoveya cezakirina rojnamevan û çalakvanên Behdînanê de, Parlementerê Berê yê Iraqê Mehmud Reza ji Rojnews’ê re axivî.
Mehmud Reza da zanîn hemû kesên tevli dadgeha rojnamevan û çalakvanên Behdînanê bibûn, dizanin ku ev dozek siyasiye û peyameke ji bo tirsandina civakê ye da ku kes nikaribe dengê xwe li dijî desthilatê derxîne.
Reza destnîşankir ku desthilata Herêmê dixwaze civakê bêdeng bike û wiha domand; “Desthilat ji bo pereyê neftê, gumrik û dahata welat bidize û kes nikaribe dengê xwe derxîne, bi biryarên bi vî rengî dixwaze gel bi tirsîne.
Di dawiyê de Mehmud Reza got: ” Her kesek gendeliyên desthilatê eşkere bike, wê bi aqûbeta rojnamevan û çalakvanên Behdînanê re rû bi rû bimîne.”