Dûran Kalkan: Divê her kes ji bo şer û berxwedanê seferber bibe

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan derbarê şerê ku niha li Zap û Avaşînê dimeşe gotarek nivîsî.Duran Kalkan diyar kir ku gelê kurd di pêvajoyeke hebûn û tinebûnê de ne û ji bo awayekî serkeftî ji vê pêvajoyê got: Divê her kes ji bo şer û berxwedanê seferber bibe. Divê tevlî seferberiyê bibe.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û şerê li dijî dagirkeriyê, gotarek nivîsî.

Dûran Kalkan di gotara xwe de balkişand li ser dijwariya şer û got:

“Dijmin ji 17’ê Nîsanê ve planeke eciqandinê li dijî gerîla daye destpêkirin.

Li dijî vê planê Gerîlayên Zap û Avaşînê bi rastî jî destanê dinivîsîn in.

Şev-roj hewl didin êrişa dagirkeriyê ya qirker faşîst bişikînin, faşîzma AKP-MHP’ê li Zapê têk bibin.”

Duran Kalkan diyar kir ku ew ne di pêvajoyeke asayîdene û niha şerê hebûn- tunebûne tê meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe:

“Wê demê divê em bi vê yekê têbigihêjin.

Eger em li vî welatî ne, li vê xakê ne û dixwazin bi rengekî azad bijîn wê demê divê em wateya vê nirxandinê zanibin, bi erk û berpirsyariya vê yekê tevbigerin û teqez bi cih bînin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku divê her kes xwedî li erk û berpirsyariya xwe derkeve û got:

“Divê mirov ji bo şer û berxwedanê seferber bibe. Divê mirov neke wê pozîsyonê ku qala seferberiyê dike, lê belê bi cih nayne tevnegere. Divê mirov tevlî seferberiyê bibe. Serketin bi vî rengî dibe. Ji aliyê ruh, hest, fikrî ve jiyana rojane divê bi vî rengî be.”

Dûran Kalkan diyar kir ku têkoşîna pêncî salî wezîfe û berpirsyariyên girîng dide wan û got,

“Ji bilî serketinê rêyeke din li pêşiya me nîne. Ev serketin divê teqez misoger bibe. Ji bo vê serketinê jî em xwedî her cûre derfeta ne.”

Back to top button