HRW: Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîn û Bakurê Sûrî sûcên şer pêk anîne

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan di rapora xwe ya girêdayî binpêkirinên mafên mirovan ên di sala 2019 de derketin cih da binpêkirinên li bajarê Efrînê.

Rêxistinê di rapora xwe de got,

Rewşa ewlehî li herêmên derdora Efrînê yên di bin serweriya hêzên girêdayî Tirkiyê de ne pir xirab bûye.

Li gorî komîtey lêpirsîna navdelwetî ya serbixwe ya têkildarî Sûriyê van komanan sûcên şer yên weke hedefgirtina sivîlan, dilgirtin mayînkirina erebeyane.

Her wiha qetilkirin, satajkirin, êşkencekirin û ferzkirina qanûnên dijwar li ser cilên jin û keçan pêk anîn.

Di berdewama raporê de îşaret bi kiriyarên dewleta Tirk û çeteyên wê yên sûrî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin û wiha hat gotin:

Komên desteka xwe ji Tirkiyê digirin gelek binpêkirin pêk anîne.

Ji wan şervan, çalakvan û xebatên tenduristiyê yên kurd bê dadgehkirin kuştine û milkên wan talan û dagir kirin.

Leave a Reply

Back to top button