Wezîrên Derve: divê destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê bi dawî bibe

Beşdarên ‘Kongreya Dewletên Cîranên Lîbyayê’ ku li Cezayîrê pêk hat, destwerdanên dewleta Tirk di Lîbyayê de hat redkirin. 

Ji bo nîqaşkirina encamên Kongreya Berlînê û rewşa dawî ya Lîbyayê, îro civînek li ser asta wezîrên derve yên welatên cîran, li Cezayîrê hat lidarxistin.

Wezîrên karên derve yên Misir, Tûnis, Sûdan, Çad, Malî û Nîjeryayê beşdarî civînê bûne.

Di kongreyê de, Wezîrê Derve yê Cezayîrê, Sebrî Bûqadûm, teqeziya pêkanîna biryarên Kongreya Berlînê destnîşan kir û bi taybet jî qedexekirina wergirtina çekan ji derve.

Sebrî Bûqadûm diyar kir ku pêwîst e aloziya Lîbyayê bêyî destwerdanên derve çareser bibe.

Wezîrê Derve yê Misirê jî, Samih Şikrî, diyar kir ku welatê wî şandina Tirkiyê ya çeteyan ji bo Lîbyayê şermezar dike.

Samih Şikrî anî ziman ku lihevkirina dewleta Tirk û serokê hikumeta Terablusê Fayîz El-Serac, qanûnên navdewletî binpê dike.

Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas jî di kongreyê de amade bû û diyar kir ku dê welatê wî ji bo lihevanîna hemû aliyên Lîbyayê kar bike.

Leave a Reply

Back to top button