Endamê Desteya Dîsplîna Giştî ya PYD’ê Salih Nûh li dijî kirinên Tikriyê û çeteyên wê li herêmên dagirkirî dibêje: ” Ji siyaseta hilweşandina malan asta kîna dewleta Tirk a ji hebûna kurdan eşkere dibe.”
Salih Nûh anî ziman Dewleta Tirk a dagirker hewl dide her nîşaneyeke kurdan ji holê rake û ev got:
“Armanc ji van sûcan qirkirina Kurdan e.
Ji ber ku piraniya malên hatine wêrankirin ên kurdan in û ev yek nîşaneya dijminatî û kîna dewleta Tirk a li hemberî Kurdan nîşan dide.”
Dawiya axaftina xwe Endamê PYD’ê ev peyam da:
” Dewleta Tirk çi bike jî wê nikaribin vîna gelê me bişikînin. ”
Navenda belgekirina binpêkirinan ragihand 22’yê Cotmeha 2019’an heta 30’yê Adara 2020’an 127 mal li herêmên dagirkirî ji aliyê çeteyan ve hatine hilweşandin.