Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di encama êrişa li ser navenda me ya li Zirganê de 3 endamên me birîndar bûn

Ji bilî topbarana rojane ya li ser herêmê, çend roj in dewleta Tirk bi dronan êrişan pêk tîne. Herî dawî droneke Tirkiyeya dagirker li navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Zirganê da û 3 endam birîndar kirin. 

Êriş se’etên êvarî pêk hat.

Têkildarî êrişê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de Hêzên , ewlekariyê ev agahî bi par ve kirin:

“Ji ber binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li yên dijî herêmên me, gelek welatî û 3 endamên me li bajarok birîndar bûn.

Tevî vê, ziyanên madî jî bi mal û milkên şêniyan bûn.”

Di daxuyaniyê de bêdengiya navneteweyî ya li hember van sûcan hat bibîrxistin û hat gotin ji ber vê bêdengiyê mafên welatiyan tê binpêkirin.

Ne tenê duh, pêr jî bi heman rengî êrişek li dijî erebeyeke fermandariya Meclisa leşkerî ya Suryan pêk hat.

Hingî jî Fermandar Orom Marukî û wergervanê pê re birîndar bûn.

Back to top button