Hêzên rejîma Sûrî dîsa Cebel El-Zawiyê topbaran kir”

Agirbesta Putin-Erdogan a li Idlibê qaşo di roja 49’an de ye, dîsa hat binpêkirin û li dijî Cebel El-Zawiyê êrîş pêk hat..

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku “şevê din, hêzên rejîma Sûrî bi mûşekan devera Fitêra li Cebel El-Zawiyê ya Idlibê topbaran kir.

Tevî topbaranê jî, hêzên rejîmê û çeteyan bi çekên giran li aliyê Filî-fil a li başûrê Idlibê êrîşî hev kirin.

Di heman demê de jî, dronên Rûsî li asmanê başûrê gundewarê Idlibê geriyan.

Li gel vê agirbestê jî, duh dewleta Tirk a dagirker karwaneke din a leşkerî ku ji 25 maşîneyên pêk dihat, derbasî Idlibê kir.

Ji destpêka ragihandina agirbesta Putin-Erdogan ve, dewleta Tirk 2 hezar û 775 maşîne û bi hezaran leşker derbasî herêmê kirine.

Back to top button