Kanada qedexeya firotina çekan bo Tirkiyê dirêj kir

Ji ber êrîşên dewleta Tirk, Kanada qedexeya firotina çekan ji bo wê, heya demeke ne diyar, dirêj kir.

Li gorî ajansa CBC NEWS, hikumeta Kanadayê şandina çekan bo Tirkiyê red kir.

Ji ber êrîşên dewleta Tirk ên 9’ê Cotmeha 2019’an li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî, gelek dewletan firotina çekan bo Tirkiyê qedexe kir.

Tevî Kanada, Brîtanya, Fransa, Alamanya, Çîk, Filenda, Netherland û Norwêç jî firotana çekan bo Tirkiyê qedexe kirin.

Ev gav, weke zextekê li dijî dewleta Tirk hat avêtin da ku êrîşên xwe li ser herêmê rawestîne.

Back to top button