Hêvîn Smaîl: Çeteyên dewleta Tirk li Silûk û Girê Spî ala DAIŞ’ê hildane

Çeteyên qaşo bi navê “Artêşa Niştimanî ya Sûrî” rastiya wan roj bi roj eşker dibe. Hevseroka Meclisa herêma Girê Spî Hêvîn Smaîl da zanîn ku li Silûk û Girê Spî alên DAIŞ û dewleta Tirk hatine hildan.

Hêvîn Smaîl diyar kir ku “dewleta Tirk a dagirker, dixwaze çeteyên DAIŞ’ê ji nû ve bi rêxistin bike”.

Hêvîn destnîşan kir ku “firotina jinan jî ku ji şêwazên DAIŞ’ê ye, li Girê Spî berdewam e”.

Li gel van kirinan, Hevseroka Meclisa Girê Spî anî ziman ku “Dewleta Tirk rakirina dîwarê li Girê Spî jî dewam dike û 2 nexweşxane kirine navendên çavdêriya tendurstiyê û kesên bi vîrûsa Coronayê derbasî wir dike”.

Back to top button