Li ser rewşa dawî ya Başûrê Kurdistanê Endamê Plolîtburoya Siyasî ya YNK Stran Ebdullah dibêje: “Rewşa siyasî ya Başurê Kurdistanê dide xuyakirin ku hemû partî li aliyekî û PDK li aliyekî din e.”
Endamê YNK Stran Ebdullah anî ziman PDK ku serokatiya hikumetê di dest de ye, di pratîkê de û li ser erdê bi ti erkê xwe ranabe.
Stran Ebdullah dibêje:
“PDK rewşa xerab a Başûrê Kurdisanê naspêre xwe û êdî divê sînorek jê re were danîn.”
Der barê hilbijartinan jî Sitran anî ziman divê îsal hilbijartin li Başûrê Kurdistanê pêk werin û ev got:
” PDK wê dîsa bi sextekarî û hîleyan derkeve.”
Stran diyar kir wan di vê der barê de pêşnume-biryarek amade kirirye û alîyên din ên siyasî jî pê re ne.
Mihemed Xoşnav: Divê PDK li diyaloga siyasî vegere û aloziyê kûrtir neke
Endamê YNK’ê Mihemed Xoşnav jî li ser heman mijarê û krîza serokomariya Iraqê nirxandin kir.
Mihemed dibêje.
“Li gorî lihevkirinan serokkomarî gerek ji YNK re be.” Û bang li PDK kir ku danûstandin û diyaloga siyasî bike ji bo pirsgirêk di navbera aliyên Kurdî de çênebin.