Li Amedê Tifaqa Kurdistanê deklerasyona Newroza 2023’an eşkere kir

Li Amedê Tifaqa kurdistanê deklerasyona Newroza 2023’an eşkere kir. Dê îsal Newroz bi dirûşam “Her der Newroz, her dem Azadî’ be. Di deklerasyonê de çalakiyên Newrozê diyarî malbatên mexdûrên erdhejê hate kirin.

Tifaqa Kurdistanê bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinê ya Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) deklerasyona Newroza 2023’an hat eşkerekirin.

Deklarasyon li navçeya Sûr a Amedê li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê hate eşkerekirin.

Wê Newroz a îsal bi dirûşma “Her Der Newroz, Her Dem Azadî” bê pîroz kirin

Pîrozbahiyên îsal ên Newrozê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” bên lidarxistin.

Wê çalakiyên Newrozê diyarî malbatên mexdûrên erdhejê bên kirin.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz diyar kir ku ew dest bi çalakiyên Newrozê dikin û got:

Newroz hezar sal in weke roja vejîn, serhildan û azadiyê tê pêşwazîkirin.

Deklerasyona ku bi sernavê “Her der Newroz her Dem Azadî” hate weşandin bi vî rengî ye.

Em bi êş Newroza 2023’an pêşwazî dikin.

Pêdiviya piştgirî û piştevaniyê ji her demê zêdetir e.

Bi erdhejê re me dît ku Faşîzma AKP-MHP’ê ya ku rêveberiyên herêmî tasfiye kir, bû sedema van encaman.

Em ê bi ruhê Newrozê amadekariyên xwe yên hilbijartina 2023’an bikin û bi ser bikevin.

Û li dor agirê Newrozê germ bibin û careke din bibêjin edalet, aştî û azadî.

Back to top button