Kongra Star a Lubnanê bi hevkariya Meclisa Jin a PYD’ê û komeleya Jîn ji bo 8’ê Adarê semînerek li darxistin û banga berxwedane ji bo bidestxistina mafê jinê hate kirin.
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanî li Lubnanê semînerek hat dayîn.
Di semînerê de endamên Kongra Star, Meclisa Jin a PYD’ê û endamên Komeleya Jîn amade bûn.
Her wiha di semînerê de gelek axavtin hatin kirin û hate gotin:
Jin roleke girîng ji bo bidestxistina edalet li ser bingeha Netewa Demokratîk bi dest xistine.
Berxwedana Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî hişt ku jin li cîhanê hevgirtî bin.
Û bal hate kişandin li ser têkoşîna jinên kurd li dijî dagirkerî û desthilatê.
Semîner bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.