QSD: 4 çete li Şedad û Dêra Zorê hatin girtin

Rojane, hovên DAIŞ’ê dibin armanca hêzên Sûriyê Demokratîk “QSD”. Herî dawî li Şedad û Dêra Zorê 4 çete hatin girtin.

Navenda ragihandina QSD’ê ragihand ku hêzên wan li navçeya Şedadê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê operasyonek pêk anî.

Navendê diyar kir ku ev operasyon bi hevkariya koalisyona navdewletî pêk hat û di encamê de, serçeteyekî DAIŞ’ê ku weke berpirê veguhestina pereyan bo DAIŞ’ê hatibû arkdarkirin, tevî hin belge û alavên di destê wî de, hat girtin.

QSDê her wiha ragihand ku yekîneyên wan ên taybet bi rêya koleçana asmanî ya koalisyona navdewletî, 3 çeteyên şaneyeke veşartî ya DAIŞê ku wan jî pere û çek vediguhestin bo DAIŞê, li herêma el-Fadin a bakurê Dêra Zorê hatin girtin.

QSD diyar kir ku ev kes beşdarî hinek êrîşan jî bûne.

Back to top button