Numan Erebo: Tirkiye her tiştî ji bo tunekirina Kurdan dike

Der barê peymana li Medrîdê de siyasetmedarên herêmê nirxandin kirin û dan zanîn dewleta Tirk amade ye her tiştî ji bo tunekirina Kurdan bike.
Siyasetmedaran destnîşan kirin tevlîbûna Swêd û Fînlanda a NATO’yê li ser hesabê Kurdan e û banga redkirina peymanê li gelê Kurd kirin.

Gelê Kurd, peymana li Medrîdê ya di navbera Tirkiye, Fînlanda û Swêdê de, bi peymana qirkirina Kurdan bi nav dikin.

Ji bo wê, nerazîbûnên tund li dijî vê peymanê û dewletên ku tê de cih digirin, derdikevin.

Endamê Meclisa PYD’ê Numan Erebo li dijî vê peymanê helwest nîşan da û got “Dewleta Tirk amade ye her tiştî ji bo tunekirina Kurdan bike.”

Numan Erebo da zanîn ku ev lihevkirin hem wê bandorê li tevgera siyasî ya Kurdî bike û hem jî wê bi xwe re talankirin û ziyanan bîne.

Ehmed Silêman: Ev lihevkirin li ser hesabê gelê Kurd e

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a navçeya Dirbêsiyê Ehmed Silêman jî da zanîn tevlîbûna Swêd û Fînlanda a NATO’yê li ser hesabê Kurdan e.

Ehmed Silêman diyar kir ku Divê Kurd li dijî vê peymanê nerazîbûnan nîşan bidin.

Back to top button