Daîreya Enerjiyê ragihand ku wê 15 rojan li herêmê Cizîrê kehrebe tune be.
Daîreyê derbarê mijarê de ev agahî parve kirin:
”Kargeha Xazê ya li Siwêdiyê dê jinûve bê sererastkirin.
Ji bo wê jî ev kargeh ji 13’ê vê mehê ve û heta 27’ê heman mehê dê were rawestandin.”
Daîreya Enerjiyê eşkere kir ku di van 15 rojan de wê kehrebe li herêma Cizîrê tune be.
Her wiha da zanîn ku ew ê tenê kehrebê bidin saziyên xizmetugzariyê û yên karûbarên girîng.