Tirkiye çeteyên xwe amade dike da ku bişîne Maliyê

Dewleta Tirk a dagirker, ji bo pêkanîna ajindeyên xwe, di nava tevgerê de ye ku çeteyan ji Lîbyayê veguhêze Maliyê.
Li gorî agahiyan, li bargeha Terablusê, çete ji vê biryarê bi hêrs bûne û daxwaziya vegera li welatên xwe dikin.

Li Lîbyayê tevî avakirina hikûmeta veguhêz û bangên hundir û navdewletî, çete û hêzên biyanî heya niha ji cihê xwe neliviyane.

Lê vê dawiyê derketiye holê ku Tirkiye çeteyên xwe û bi taybet ên ji Sûriyê amade dike ku wan di başûrê Lîbyayê re veguhêze Maliyê.

Vê yekê, hêrseke navxweyî li gel çeteyan daye der.

Li gorî agahiyan, çete li baregeha fakulteya serbazan a li Terablusê li dijî biryara çûyîna Maliyê derketine û daxwaziya vegera li Sûriyê dikin.

Nûçeyên veguhastina çeteyan bo Maliyê, piştî banga Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian a derxistina hemû çeteyan ji Lîbyayê, bi çend rojan belav bûne bêyî ku jimar were naskirin.

Li gorî çavdêran, Malî herêmeke dîrokî ya desthilata Fransayê ye û hebûna çeteyan lê, gefê li berjewendiyên Parîsê dixwe.

Çavdêr her wiha dibêjin ku nêzbûna vê dawiyê ya Fransayê ji Tirkiyê, ji tirsa têkçûna berjewendî û dosyaya tundrewan tê kirin û operasyona binçavkirina çalakvanên Kurd li Fransayê, dikeve çarçoveya “razîkirina Tirkiyê”.

Tirkiye, piştî ketina DAIŞ’ê li bajarokê Baxozê yê Dêra Zorê, berê pisûleya tundrewiyê daye parzemîna Afrîkayê, da li wan deveran armanc û ajindeyên xwe yên siyasî pêk bîne.

Back to top button