HDP’ê sersaxî ji gel û malbata Kadrî Yildirim xwest

HDP’ê û Îstîtûya Kurd a Almanya têkildarî wefata Parlementerê berê yê HDP’ê Prof. Dr Kadrî Yildirim sersaxî ji gel û malbata wî re xwestin û diyar kir ku çûna Dr. Kadrî ji bo civaka kurdî, xemgîniyeke pir mezin e. 

Parlementerê HDP’ê yê Sêrtê yê berê Prof. Dr. Kadrî Yildirim, 4 roj berê ji ber xwîn çûbû ser mêjiyê wî, ew rakiribûn nexweşxaneyê.

Yildirim duh li Nexweşxaneya Memorîalê ya taybet jiyana xwe ji dest da.

10 sal berê jî xwîn çûbû ser mejiyê Yildirim û di Kanûna 2020’an de jî bi şewba Covid-19’ê ketibû

Hat diyarkirin ku wê cenazeyê Yildirim li Amedê bê veşartin.

HDP’ê bi peyameke sersaxiyê xemgîniya xwe ji ber wefata xemxurê ziman û çanda Kurdî Kadrî anî ziman û got:

“Em gelek xemgîn in, serê malbatê û gelê me sax be. Xwedê bi rehma xwe şa bike, cihê wî bihuşt be.”

Îstîtûya Kurd a Almanya: Çûna Kadrî ji bo civaka kurdî xemgîneyeke pir mezin e

Îstîtûya Kurd a Almanyayê jî, bi heman armancê sersaxî ji malbata Kadrî Yildirim xwest û got:

“Di temenê xwe yê 62 salî de, tam di dema berhemdariya xwe de çûna Dr. Kadrî ji bo civaka kurdî xemgîniyeke pir mezin e.

Dr.Kadrî di wî temenê xwe de, li ser çand, dîrok, wêje û erdnîgariya kurd, her wiha li ser ziman, dîrok, wêje û erdnîgariya Farsî û Ereban bi tevahî 14 pirtûk nivîsîne.

Îstîtûya Kurd a Almanya dawiyê diyar kir ku ew xizmetên Prof. Dr. Kadri Yildirim yên giranbuha ti carê ji bîr nakin.

Back to top button