NPG’ê: Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê wê bi rihê Egîdan bimeşin

Fermandariya Biryargehê ya Navenda Parastina Gel (NPG), ji bo Heftiya Lehengiyê daxuyaniyeke weşand û diyar kir ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji her demê zêdetir hewceyî bi Egîdbûnê heye:Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, bi rihê Egîdan wê ber bi serfiraziyê ve bimeşin.

Fermandariya Biryargehê ya Navenda Parastina Gel (NPG), ji bo Heftiya Lehengiyê daxuyaniyeke niviskî weşand.

NPG’ê diyar kir ku Gelê Kurdistanê, weke encama polîtîkaya mêtingerî, zilmê û zextê hatibû ber qonaxa nemanê, lê bi Rêber Apo û bi têkoşîna bi lehengiya Apoyiyan, hebûna xwe dîsa teqez kiriye û bi gavên biryardar ber bi azadiya xwe ve dimeşe.

NPG’ê got:

Heftiya Lehengiyê ku ko 21 heya 28 ‘ê Adarê digre nava xwe, rastiya qehremaniya hevrê Mazlûm Dogan, Kawayê Hevdem ku bi Newrozê re bûyî yek û li dijî hovîtiya dewleta Tirk a faşîst û mêtinger bi çalakiya lehengiyê rabûyî hevrê Egîd (Mahsûm Korkmaz) di wê pêvajoyê de ku gerîla li Kurdistanê bide rûnişandin û têkneçûyî bike li Gabarê şehîd bûyî vedibêje.

NPG’ê: Xeta hevrê Egîd xeta serkeftinê ye

Fermandariya NPG’ê, anî ziman ku şehîdbûna vî fermandar mezin Egîd, ku li dijî darbeya faşist a 12’ê Îlonê, têkoşîna xwedîderketina li nirxên mirovî dida.

NPG’ê herî dawî got:

Ji bo salvegera 35’an a vê şehadeta mezin di şexsê hevrê fermandarê nemir Egîd de, em hemû şehîdên xwe bibîrtinin, bi çanda leşkerî, biryardarî û wêrekiya wan ku Egîdan afirandiye her demê wê rê nîşanî me bidin.

Bi vê çarçoweyê em Heftiya Lehengiyê li wan hemû hevrêyên xwe pîroz dikin ku li ser xeta Mazlûm û Egîdan têdikoşin.”

Back to top button