Parêzer Cengîz Yureklî: Hevdîtin ji bo kêmkirina nerazîbûnan bû

Ji Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî destnîşan kir ku hevdîtina piştî 11 mehan û şûnde, hewldaneke ji bo kêmkirina nerazîbûnên têkildarî jiyana Rêberê Ebdullah Ocalan e. Cengîz Yureklî anî ziman ku divê civaka navnetewî li hemberî Rêbertî bi erka xwe rabe.

Ji Rêber Abdullah Ocalan nêzîkî salekê bû ku ti agahiyek jê nedihate girtin, roja Pênşemê birayê wî Mehmet Ocalan hevdîtinek bi qasî 5 deqeyan kir.

Mehmet Ocalan anî ziman ku di carekê de telefon qût bû û got: “Dixwazim parêzer bên vir li gel min hevdîtinê bikin.”

Ji Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî, li ser hevdîtina piştî 11 mehan û şûnde û dîsa mercên tecrîdê ji ANF’ê re axivî.

Cengîz Yureklî got:

“Sîstema der hiqûqî ya li Îmralî dema dibe mijara gotinê, li Tirkiyeyê tu miroveke civakê azad nabe.

Dema ku zilm li ser Kurdan hebe, yên din nikarin bi azadî, kêfxweş û aram bijîn.”

Yureklî anî ziman ku tecrîda li Îmralî tê kirin, tecreîdeke ji bê çareseriyê tê û bal kişand ser berpirsiyariyên raya giştî û got:

“Hevdîtina hate kirin jî, ne li gorî hiqûqê ye.

Dema pêvajoya girtinê li ber çavan bê girtin û belavbûna van agahiyan, muhtemel hevdîtina telefonê ya hate kirin, ji bo kêmkirina nerazîbûnan bû.

Mixabin ev telefon di nîv de qût bû, muwekîlên me yên din jî bi armanca protestoyê nehatin hevdîtina telefonê.

Rewşeke tecrîdê heye, agahî nayên girtin. Piştre nûçeyên li ser raya giştî tên belavkirin hene, piştre wek ku pir rûtîn e, her tişt di cihê xwe de ye, daxuyaniyên kin didin.

Ev agahî ne rastin, ev rewşeke cîdî ya derûnî ye.”

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştiyê kelhekî girîng e, lewra divê her kes xwedî lê derkeve û civaka navnetewî bi berpirsyarî tev bigere.

Back to top button