Berpirsê Dergehê Sêmalka Baz Ehmed ji ajansa Hawar’ê re ragihand ku pirên çûn û hatinê ji saetên sibehê ve di bin çavdêriyê de ne.
Tevgera çûn û hatinê piştî sererastkirina her du piran û tevgera bazirganiyê jî dest pê kir.
Rêveberiya Dergehê Sêmalka duh ragihand ku ji ber bilindbûna asta avê li çemê Dîcleyê zerar gihîşt piran , ji ber vê yekê tevgera çûn û hatinê hatibû rawestandin.