Şêniyên Şedadê li dijî planên li ser Şengalê meşiyan

Bi sedan şêniyên Şedadê li dijî lihevkirina di navbera hikumeta Iraq û PDK’ê de ya li dijî Şengalê meşiyan. Her wiha Şaredariya Gel û Kongreya Star li kantona Qamişlo jî bi daxuyaniyên cuda bang li civaka navneteweyî kir parastina Şengaliyan bikin.

Li dijî lihevkirina di navbera hikumeta Iraq û PDK’ê ya li dijî Şengalê, çalakiyên li Rojava li dar in.

Di vê çarçoveyê de îro bi sedan ji şêniyên navçeya Şedadê meşiyan û piştigiriya xwe bi Şengaliyan re nîşan dan.

Piştî ku meş veguherî mitîngê, bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Selwa El-Ferec axivî.

Selwa El-Ferec bang li tevahiya rêxistinên mirovî û hêzên demokratîk kir ku piştgiriya Şengaliyan bikin.

Kongra Star ya navçeya Tirbesiyê daxuyaniyek da

Bi heman armancê Kongreya Star li navçeyên Tirbespiyê ya kantona Qamişlo jî daxuyaniyek da.

Kongra Star di daxuyaniya xwe de peymana di navbera hikumeta Bexda û PDK’ê de şermezar kir.

Her wiha hate xwestin ku rêz li hemberî îradeya gelê Şengalê bê girtin û bang li civaka navneteweyî hate kirin ku civaka Êzidî biparêze.

”Dixwazin bi rêya peymana li dijî Şengalê aramiya li wir têk bibin”

Li navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo jî Kongra Star daxuyaniyek li pêşiya Mala Jinê da.

Di daxuyaniyê de jinan diyar kirin ku ew ê her dem li kêleka jinên Êzidî bin.

Li heman deverê Şaredariya Gel jî têkildarî mijarê daxuyaniyek da û peymana li dijî Şengalê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, aliyên navborî dixwazin bi rêya vê peymanê armamiya û îradeya Şengaliyan têk bibin û rê bidin dijmin da ku êriş bike.

Back to top button