Li Siwyda di şerê 3 rojan de bêhitrî 20 çekdar hatin kuştin

Ev 3 roj in li parêzgeha Siwyda ya Sûriyê nearamî serwer e û ji ber şerekî navxweyî heta niha bêhtirî 20 çekdar hatine kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku çekdarin ji herêma Besira El-Herîr a gundewarê Deraayê êrîşî herêma El-Qeriya li başûrê Parêzegeha Siwydayê kirin.

Di encam de çekdarên ji Deraayê 6 çekdarên ji Siwydayê girtin û paşê ew kuştin.

Çavdêriyê destnîşan kir ku çekdarên ji Deraayê piştî ku ew kuştin, dîmenên wan ji malabatên wan re şandin.

Piştî vê bûyerê heta niha jî li parêzgeha Siwydayê naramî serwer e.

Ev bûyerên rûdayî ev 3 roj in dewam dikin.

Beriya 3 rojan komeke nenas 2 ciwan ji herêma Besra El-Herîr a gundewarê Deraayê revandin û birin herêma El-Qeriya li başûrê Siwydayê.

Di encam de çekdarin ji herêma Besra El-Herîr êrîşî herêma navborî kirin û hin kes revandin.

Di encamê wê de jî şereke rû da û 11çekdarên ji Siweydayê û 4 ji yên Deraayê hatin kuştin.

Back to top button