Rûsya li dijî Corona derman peyda kir

Ajansa Biyoma-dîkal a Rusyaya Federal ragihand ku wan li dijî vîrûsa Corona ku beşeke mezin a cihanê xistiye bin kontrola xwe, dermanek çêkirine.

Ajansa Rûsya diyar kir ku di xebatên ceribandina dermanê hatî dîtin de, pêşketinên berbiçav hene.

Di daxuyaniyê de tê îddîakirin ku wê derman karibe nuqteya pik anjî xala herî bilind li dawiyê bihêle û di paşerojê de jî karibe wê di kontrolê de bigire.

Beriya demekê careke din rêvebera ajansê Veronika Skvortsova ji bo naskirina vîrûsê diyar kiribû ku wan cîhaz çêkirine ku di 90 deqeyan de vîrûs tê naskirin.

Back to top button