TEMELLÎ: EM LI DIJÎ BÊHIQÛQIYÊ DENGÊ XWE BILIND BIKIN

Li dijî dagirkirina qeyûman ji şaredariyên HDP’ê re bertek her roj zêde dibin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî Seroka Giştî ya Partiya Kedê û Parlementera HDP’ê ya Wanê
bertek nîşanî erkdarkirina qeyûman dan.
Rayedaran gotin:
“Em li dijî bê hiqûqîyê bi hevre tev bigerin. Heta ku em vîna gel derbixin holê em ê têbikoşin. “

Di 19’ê Tebaxê de, qeyûm tayinî şaredariyên (HDP) yên Wan, Mêrdîn û Amedê hatin kirin.

Ji wê rojê û heta niha Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman dewam dikin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Komeleya Hîndekarên Zanîngehê ziyaret kir.

Sezaî Temellî diyar kir ku duh hemû gelên Tirkiye bi daxwaza aştiyê daketin qadan û got:

“Pirsgirêka bingehîn ku Tirkiye di nav de ye, polîtîkayên şer in.

Gel duh ev yek li qadan anî ziman û bersîv da.

Bi tayînkirina qeyûm şer li ser welat ferz dikin.

Berê jî qeyûm tayîn kirin, lê gel dengê xwe nedan wan.

Nikarin bi rêve bibin. Îktîdar li ser şerê Kurdan hebûna xwe diparêze.”

Em bang li hemû gelê Tirkiye dikin ku li hemberî vê yekê hestiyar tev bigerin.

GURKAN: JI BO TÊKOŞÎNA HEVPAR EM LI VIR IN

Seroka Giştî ya Partiya Kedê Selma Gurkan jî , bi armanca piştgiriyê , çalakiya rûniştinê ziyaret kir û di serdana xwe de ev tişt gotin:

“Em qeyûman şermezar dikin. Bi armanca piştgiriyê em hatin vê derê.

Em ê bi hevre vîna têkoşîna hev par bi rêve bibin.”

PARLAMENTER MUAZZEZ: HETA KU EM VÎN GEL DERXIN HOLÊ EM Ê TÊBIKOŞIN

Her wiha Parlementera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan jî di roja 15’emîn a çalakiya şermezarkirina qeyûman de axivî .

Muazzez Orhan diyar kir ku pergala hevserokatiyê xeta wan a sor e û got:

“Heya ku em vîna gel derbixin holê em ê têkoşîna xwe derwam bikin.”

PARLAMENTER GULUM: EGER MAF NEMA BIN, WÊ DEMÊ BERXWEDAN MAF E

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum jî diyar kir, darbeya qeyûm dûrî hiqûqê ye û eger li welat hiqûq tune be wê demê berxwedan mafekî rewa ye.

Leave a Reply

Back to top button