LI AMEDÊ ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ DI ROJA 15’AN DE DIDOME

Ji roja dagirkirina qeyûman ji şaredariyên HDP’ê re û heta niha çalakî bênavber didomin.
Li Amed û Mêrdînê çalakiya rûniştinê ya li dijî tayînkirina qeyûm di roja 15’an de didome.
Jinên Wanî jî gotin:
“Em ê tu caran qeyûmên destkeftiyên jinan dikin hedef qebûl nekin.”

Piştî wezîrê Karen hundir Suleyman Soylu di 19’ê Tebaxê de qeyûm tayinî ser şaredariyên HDP’ê kir, 15 roj in li kolana Lîseyê ya Amedê çalakiya rûniştinê li dar dixin.

Îro jî hilbijêr dîsa li Kolana Lîseyê kom bûn û dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Dîsa gelek parlamenter, hevşaredar û hilbijêrên HDP’ê di çalakiyê de cihê xwe girtin.

ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ YA LI MÊRDÎNÊ DI ROJA 15’AN DE YE

Li Mêrdînê jî bi tevlêbûna parlamenter, hevşaredar û rêveberên HDP’ê dîsa li parka Karayollari ya Mêrdîne kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin.

Polîsan dîsa Park dor pêç kirin û destûr nedan welatiyên din tev li çalakiyê bibin.

Koma HDP’ê ya parlamenter û hilbijêr di navde piştî dest bi çalakiya rûniştinê kirin stran gotin û çalakiya xwe berdewam kirin.

JINÊN WANÊ: QEYÛM WÊ HERIN, EM Ê BIMÎNIN

Jinên Wanî jî , diyar kirin ku Hevserokatî xeta wan a sor e û gotin:

“Em ê tu caran qeyûmên destkeftiyên jinan dikin hedef qebûl nekin.”

Leave a Reply

Back to top button