Li Lîbya..Başaga gefa bi zorê bikeve paytext Trablusê xwar

Li Lîbya careke din asoyên bixwîn xuya dikin.
Piştî bêdengiyekê dirêj, niha careke din peyamên gefxwarina şerekî xwe daye der.
Başaga yê ji aliyê Meclisa Nûneran ve weke Serokwezîr hatî erkdarkirin gefa wê bi zorê bikeve paytext Trablusê xwar.

Fethî Başagayê ku ji aliyê Meclîsa Nûneran ya li bajarê Tobrûka li rojhilatê Lîbyayê ve weke serokwezîr hat hilbijartin, gef xwar ku wê bi zorê bikeve paytext Trablûsê.

Li gorî malpera nûçeyan a Huna El-Asima, Başaga ji wezîrên Hikûmeta Yekîtiya Niştimanî ya bi serokatiya Ebdulhemîd Dîbeybe xwest ku ji bajêr derkevin.

Başaga got,

“Ji ber ku ez nêzikî ketina paytextê me, ji bo ku wezîrên Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî bi silametî ji Trablusê derkevin, zêde wext namîne.”

Banga Başaga weke “gefa ketina bi çeka li Trablûsê” hat nirxandin.

Di civînên Foruma Diyaloga Siyasî ya Lîbyayê ya bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî di Mijdara 2020’an de biryar hatibû dayîn ku hilbijartinên serokatiyê û parlementoya welêt di 24’ê Kanûna 2021’an de pêk werin.

Lê hilbijartin li di dema hatî diyarkirin de pêk nehat.

Meclisa Nûneran a Tobrukê 10″ê Sibatê, diyar kir ku ji ber hilbijartin pêk nehatiye dema ji bo hikumeta demkî hatî dayîn jî qediyaye.

Ji ber vê yekê jî Başaga weke serokwezîrê nû hate erkdarkirin û 1’ê Adarê jî dengê pêbaweriyê da hikumeta Başaga.

Ebdulhemîd Dîbeybe jî Meclisa Nûneran bi dûrketina ji nexşerêya ku di peymana Cenevê de hatiye diyarkirin sûcdar kir.

Dîbeybe got, ew li ser wezîfeya xwe ye û wê erkê tenê radestî hikûmeteke hilbijartî bike.

Back to top button